Ka’ba miqedes e?

Tevî ku ola Ereban, Ellah wekî Xwedayê yekîne û rast di Îslamê da pejirandîyê lê niha jî ji bawerîya xwe ji şirka berê re neqetîya ye.
Ka’ba ku wek avahîy‎ek şeşkuj ketîye Mekka yê, cîyê her tiberrik bo misilmana ye ku pêş hatina Îslamê jî wek perestişgeh paganan dihate bikar anînin.
Xîmê ev sazîyê kevireke reşbeleke ku dibêjin ji cenetê ketîye û reşitîya vê gel tarîtîya gunehê mirovan hevrê bûyê. Îrro rojê Misilman wekî şolek rêzgirtin û îbadet li maweya Heccê da ev kevirî maç diken.
Di çanda pêş Islamê da, Ereb bin bandora fetişîzma tiberrik zanîna keviran da bûn ku ev kevirê reş li gorî pratîka ayînê xwe pîroz dizanîn.
Erebê kevirperest bûn û Ka’ba ku perstişgeha komên qebîleyî bû, bû cîyê kevirê reş bo perestişê.
Yek li ayînê girêdayî bi Ka’ba yê, dorpêç kirin yan tevafa perestişgehê bû. Teorîyek ku jêdera ev kiryarrên paganan şirove dike eve ku ew komên qebîleyî xirxalek dora Ka’ba yê çêdikin ku bişibîne tevgera objeyê esmanî ligor perestişa hevî, roj, û stêran. Sedema kiryarre maç kirina kevir ji alîyê qebîleyan bawerîye bi vê bû ku ji alîyê xwedayekê yan ruhekê hatîye avakirin. Maç kirin û seh kirina kevir tiberrik û rehmet dizanîn.
Herwisa bi sedema ku kevirê reşbelekê Ka’ba girêdayî dizanîn bi Hubal xwedayê mehê , ev perestiş dikirin.
Alîyên dî yê çanda Ereban ku pêwendî heye bi dîroka kevnar ya paganênê civata Ereban “Avêtina keviran” li Mina yê, “Meşa” di navbera Safa û Marwayê ye, ku di rastî da tenê cîbecî kirina dubareya rêbazeka pagana ye ku bo meşa di navber du peykereyan da pêk tînandin, û di dawîyê da “Şikur” ku dişibîne rêbaza kevnar ya sipasî kirin ji bav û kalên mirî û niha ev kiryarre bo şikura Ellah pêk tê.
Wisa tê nêrîn tevî ku çanda Ereban îdia dike ku xwe di bin ala yek xwedayê da ava kirîyê lê nêrîna xwe ji dîroka paganîyê paqij nekirîye. Ev kiryarrê, tevlîhevîye ji têkel kirina çanda Ereban gel ola Îslamê pêk anîye ku li şona resenatîya beşên olê, tevlîhevîyek saz bûye, û taybet bi Ka’ba ku sazîyek balkeşe û sitûneke Îslamê ye, wisa xûya ye ku di nas kirina ev sazîyê wek sazîyek olî da, çîyê hinek gumanê hene.
Dê Îslam wek bawerîyek yekîne bi heqîqetê, heya çi astekê karîye kesayetîyek yekîne û taybet bi xwe damezirînît? Berçave ku vê sazîya xwe ji bawerîyê Cihûyan û Fileyan kirê girtîye û xemilandîye û naverroka vê jî li wekî dîrova paganîyê hatîye pêk anîn.
Ev bi rastî bawerîyek heqîqete yan tenê deyneke ji têkel kirina îdealê cûda û yekîne kirina kiryarrên olê heremî gel tevlîhevîyek jî nêrînên gerdonî yê olan?
Gelo hûn dixwazin lihember olekê serê xwe bitewînin ku hê pêwendîyê xwe gel dîroka xwe ya tîreyî neqetandîye? Gel ma Îslamê wek olek nû ye ku ser esasa wehîya ji alîyê melayketê çêbûye yan tenê sazîyek pûtperistîyê ye ku hatîye vesaz û rêkûpêk kirin û pê bikaranîna rûyek nazik, hatîye niximandin? Belkî tişta ku xwe pişt ser Îslamê weşartîye tenê pûtek seroke lihember qutbek ji totemê xwedayan.
Di nivîsîna ev blogê da min gelek jêderên cûda liser ev mijarê tevlîhev kirine û ez xebitîme ku lêkolînek rast û bidad li dema kom kirina daneyê ev agahîyane, pêk bînim.
Ez tenê ji we dixwazim ku naverroka ev blogê tenê wek komek ji buxtana paşguh nehavêjin. Ez ev han didem ku hûn bixwe pê mêjîyek vekirî liser ev mijarê lêkolîn bikin.

Bi rêya ev blogê min bawera Îslamî rexne kirîye tevî ku ez xebitîme bixtanê nepêwîst û sûcdarkirinê sxete ji mislmanan û tiştê ku ev miqedes dizanin, dûr bim. Ez gelek hevalên xwe yê misilman nas dikim ku bi xîret û jidil liser bawerîya xwe ji têgiha Xwedayê xwe sekinîne û ez rêzê lê digirim. Lê tişta ku ez ji wan dixwazim eve ku izinê biden ku agahîyên rastî bidest bînin daku di girtina biryarrek baştir ligor alîgirî û ser tewandianê da alîkarîya wan bide.
Di daw‎îyê da eger hûn Misilmanin ez we han didem ku di nava nimêja xwe da ji Xweda liser rastîya li pîşta bawerî û praktîka Îslamê bipirsin.

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Is the Ka’ba sacred?

Leave a Reply