Archive for the ‘Kurdî-Northern Kurdish’ Category

Vîzyon û Xeyalên Îsa mesîh

Wednesday, December 3rd, 2014

Silav, Yek ji hevalê min li welatekî Misilmana da ji min xwastîye ku ez liser xelkê ku vîzyon û xeyalên Îsa mesîh dîtine, biaxifim. Bo destpêkê, dema ku ez zarrok bûm min xeyala Xweda hebû û min ev xeyal çê nekiri bû, xeyal wisa bû ku; Xweda wekî ronîyek birqûk derket pêşîya min û eve mijareke ku gel şiroveya incîlê ji rûmeta Xweda wekhevî heye û min li vê demê da ev nedizanî. Evê bandorek kûr dana ser min ku niha jî bîra min da ye, tevî ku Wî di xeyalê da çi tişt ji min re negot lê Ronîya rûyê wî ku hemberî min bû hêjayî îbadetê bû û jiber we min jê re serê xwe tewan.

Herwisa cotek hevalê min yê Cihû hene ku tecrûbeyê şexsî liser Îsa hene. Yek ji wan ku hevalek nêzîk yê min e û gelek dijî Fileya ne û herwisa giş olan bê nirx dizanin. Ew qet gudarî min nebû û carek ji min re got ku bavê wê baş dikare gel fila bipeyve û axaftina xwe gel min bidawî anî.  Lê rast pêş ku ev bimirî wê li nexweşxaneyê da çend caran îdia kir ku Îsa dîtîye. Niha bo Cihûyekê wek mucizeye ke û pir balkeşe ku itîraf bike ku gel Îsa li nêzî hevdîtine hebû ye û ez bi bawerim ku Wê bawerîya xwe li ser Mesîhî di esasê da guhertîye. Çîroka dî ya Cihûyek Efrîqaya Başûr e ku niha yek ji qeşeyê min e li kilîsaya ku ez beşdar dibim. Wî jî herwisa mesîhî bûna Îsa red dikir lê dema ku serdana wî serdana Orşelîmê dikir wî çend caran Ew bi çavê xwe dît. Niha wî pirtûkek liser tecrûbeyê xwe nivîsîye û navê vê danaye “Hevdîtina Orşelîmê.”

Dawîyê da, hinek çîrok û şahidîyên balkeş û sersam ji alîyê hevalên min yê Misilman hatine gotin ku ne tenê wekê pêxemberekê rêz li Îsa digirin belkî wekî Xweda bawerîya xwe bi Wî dînin.

Cara yekim ku min gel kesekî wisa qise kir li serdana min gel xelkê Rojhilata Navîn li civîna navnetewîya kilîsayan da bû ku paşê şansî min ev li firoşgeha xwarinê da dît. Min ji wî kesê Iranî pirsî ku ew çawa bûye file û wî bersiv da ku wî di vîzyon û xeyalan da Îsa dîtîye.

Kesek dî ku ez wî nas dikim hevaleke Filistînî ye ku min ew li Israîlê da dît û wî digot tevî ku paşxana wî misilman bûne lê wî bawerîya xwe bi Îsa anîye. Paşan ev xistibûne girtîgehê bi sedema bawerî bi Îsa û wî livir Îsa hatibû ber çavê wî û tevahîya leşê wî ronî kiri bû.

Kesên di ku min gel hevdîtin kirîye bi taybet jinek Pakistanî bû ku digot dema ku ev kiçek ciwan bû Isa hate xewnê da û tasek ava vexwarinê da yê û li vê demê min jêr got ku li incîlê da hatîye av ava jîyanê ye û Isa jîyanê xelat dike.

Xanimek dî ku Îranî bû ji min re email şandibû û gotibû ku dema wê nimêja xwe ya sibê teva kiribû û dîsa çûbû nava livînê xwe nişkave bi sedema ronîyek kesik û dengê mêrekê ku jê re digot “Rabe! Ez Mesîhim” û wê îdia dikir ku ew pir tirsîya bû û xwe bin livîna da weşarti bû ji ber ku bê Hijab yan bê cilûberg bû.

Li dawîyê da min hinek ev naverroak ev çîrokane libîr kirîye û xwezî min ev li dema bûyerê da qeyd kiribana, lê ez pirr bi pirr rasthatinê wisa dibihîzim ku heqîqetin û dibine sedema guhertina jîyanê, wekî jin û mêrê ku ji alîyê malbat û civaka xwe têne derxistin gengaze ji hinek ji wan re bi wateya mirinê be. Xelk qet jîyana xwe nayêxe metirsîyê û Ez bawerim ku bo herdu ev komane nîşaneyên pir bihêz û çalak hatine pêş lê ne ji alîyê mezintirîn kesê ola wan, anku Moses û Mihemed, belke ev dengek hişyarker bûye daku liser kesayetî û karê Îsa venêrîn biken û hînbûn û bawerîya xwe ya berê liser Wî rexine biken. Gengaze ku hûn piştrastîya ev raporê gumanbar bin lê ez tenê ji we dixwazim ku ji Xweda yan Îsa bixwazin ku Xwe bi rewşek taybet ji were bide nasîn daku hûn bawer biken û Wî wek Xweda û Xilasker piştrast biken.

Dawîyê da min komek vîdeo liser klûba 700 weşandine ku liser bawermendîya hinek Misilmana ji Îsa re diaxivin.

www.cbn.com/tv/3166680520001

www.cbn.com/cbnnews/insideisrael/2012/june/dreams-visions-moving-muslims-to-christ/

www1.cbn.com/video/fatimas-quest-for-god

morethandreams.org/

Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Visions and Dreams of Jesus, Isa, Esa, Yeshu, Yeshua

Heyva Nû û Stêr li Îslamê da

Wednesday, December 3rd, 2014

Îslam îdia dike ku ji giş bandorên paganîtîyê dûr maye lê niha jî hem sembol û hem jî kirryarrên paşmayî ji dîroka kevin ya kufirê maye û ev gel tevna civaka Îslamê bûne yek?
Min pêştir liser Ka’ba yê axaftin kiribû û niha ez dixwazim navnîşanîya beşek din ji nîşaneyên Îslamê anku heyva nû û stêr li Îslamê da zelal bikem.
Ev sembole ji alîyê çend welatê Îslamî li nava ala wan yan netevî da cî girtîye û herwisa ev li ser minareyê mizgefta jî tê dameziranidn.
Ev sembole ya pêş hatina Îslamê yê û gengaze pêwendî hebe ji îbadet kirina cismê esmanî wekî xwedayê Ereban Hubal yan xwedayê heyvê ku girêdayî Ka’ba yê bû.
Ev wêne ne gengaze ji çandek bîyanî hatibine girtin yan ji regeza Ereban be lê bi gengazîyek bihêz jêdera wan nîşaneyên pagana ne.
Ev îdia ye ku Îslamê nirxên çanad pagana binirx zanîne gengaze gumanbar bê berçav. Kiryarra kirê girtina objeyên xwedîrêzê kesên dî, lihember bûn gel nêrîna “Yek Xweda” da tinaz tê berçav.
Ev diyarde ye li gelek heremên dî yê Îslamî jî ku bawerî û folkora heremî hene li gel bawerîya ku ji alîyê Mihemed hatine pêşkêş kirin, têkel bûne û lihember resenatîya ola îslamê, Tevlîhevî yek derketîye holê.
Werhasil, serdana ev malperê biken ku min li ser esasa belgeyên dîrokî berhev kirîye û ezê izinê bidem ku hûn bixwe bibine dozgerê dosya taybet bi xwedayê hevîyê.

www.bible.ca/islam/islam-photos-moon-worship-archealolgy.htm

 

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

The Crescent Moon and Star of Islam

Paganîtî û Îslam

Wednesday, December 3rd, 2014

Min pêştir liser bandora pûtperestî û kufira pêş îslamê li nivîsa jêr da mijarek nivîsî bû.

Heyva Nû û Stêr li Îslamê da

Ka’ba muqedes e? 

Yekî din ji mijarên navdar li navbera Îsalm û Paganîtîyê da vedigerête ser “Ayetê Şeytanî” ku biguman Mihemedî ev di bin Sûreta Necim ayetê 19-20 da bicî kirine û jêderên dîrokî yê serdema Îslamê ev mijare li kesên misoger wek Ibn Sa’d û al-Tabarî vergirtine ku wan li jîyan nameya taybet bi Mihemed da amaje bi ev yekê kirin e. Werhasil tê gotin ku ev beşe bo çareserkirina kêşeya gel xelkê Mekka yê hatîye nivîsîn ku tê da meşrûiyet û bandora sê pûtê bi bandor yan xudabanû ku Allāt, al-’Uzzā û Manāt binav dikirin, bi fermî hate nas kirin. Bi gotine dî amajeya bi ev sê keçên Xweda bo anîna xizman û qewman bo nava îslamê bûye, lê ev paşê têne rakirin û wekî vesveseya şeytan tê zanîn û Mihemed ji alîyê Cibraîl tê siza kirin ji ber ku dixwast wehîyê bixelitîne ku ev mijare li ayetên 52,53 ji Sûreta Hecê hatîye amaje pê kirin, û di encam da li Sûreta Necima ayetên 21,22 ev xwedayê derevîn hatine bênirx kirin.

Bi kurtasî ez difikirrim ku ev bûyere bi tevahî durûtîya ev tevgerê nîşan dide her wek li bûyera qewimî ser Cihûyê Medîna yê ku li destpêkê da dema ku Mihemedî pişta xwe dabû Mekka yê wî bera xwe da bû bakûr Orşelîmê û gel Cihû yan rê diçû, lê paş bihêz bûnê wî bere xwe dîsa zivirand û gotina xwe guherand û bi heceta nepejirandina peyama wî ji alîyê Cihûyan bi dara zorê ev ji Medînayê derxistin.

Di dawîyê ev mijare bi giştî gel beşek sereke ji bawerîya îslamê anku gotina beşdarîya xwe “Şehadet” ê dijberî heye ji ber ku şihadet wek rêz girtin ji yekbûana xweda û bi rawatîya naskirian rola Mihemedî wek pêxemberê rast û herwisa doktrîna“ismet” ê yek ku ser esasa parastina Mihemedî ji şaşbûnê ji alîyê xweda disekinî, lê ev mijare li vir şaş derket bi vê sedemê ku wehîya xweda ji alîyê Cibreîl bi duristî hatibû veguhestinê lê gotinê xweda lî alîyê Mihemed hatibûne guhertin.

Ev encamê gengaze bibe sedema şerm û nedilrevîna Mihemedî ku wekî pêxembereke xwedî rêz û dilovan tê nas kirin, lê dibe ji dil ev mijare bê fehm kirin û eve ne ji bo betal zanîna giş çanda Îslamî bi tevahî ye belkî tenê taqî kirinek sade ye bo gotinên parêzvanên Îslamê.

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Paganism and Islam

Qur’an miqedes e?

Wednesday, December 3rd, 2014

Dema li ber çav girtina miqedes bûna Qur’anê dibe em vê wek her beşek dî ji wêjeyê binirxînin daku resanetîya ev îdiayê bê selmandin.
Qur’anê di Îslamê da astek hin balkeş heye ku di nabera gelek kesên bawermend da bûye sînorê perestişê.
Xênjî vê Îslam îdia dike ku ev wehîye û ev tîşte ke ku derveyê delîlên nivîskî yê di nava metinî da ye.
Dema ku min liser Mormonîsmê lêkolî dikir min hendek şibîn di navber vê û rêbazên Îslamê da dîtin. Mormonan bawerî heye ku neqşê esmanî liser tabloyê zêrîna hatine neqişandin û bi rêya telîmatê melekekê ev tabloya esmanî tê çîbicî kirin û bo wegerandinê tê parastin.
Herwisa Joseph Smith xwe berpirs dizanî li peyda kirina gumanên bawerîyek rast û eve bû sedem ku ev gelek mefrozatê rast hatî û wehîyên wekhev ji heqîqeta ellahî kom bike.
Tevî ku ev wehîyê ellahî “Pirtûka Mormona” hervek Qur’anê ye lê dûre ji belgeyek tam.
Gengaze Misilan îdia biken ku Qur’an li nava giş jêderên wêjeyî da pirtûka her tam û rindike ku ligor Îslamê ev wehîya ellahî bi rêya şahidên navxweyî tê piştrast kirin.
Lê herwisa, Joseph Smith dibêjît ku Pirtûka Mormona, li nava pirtûkê ku heya niha hatine nivîsîn ya herî bêkêmasî ye.
Lê belê, Ev pirûkane herdu li îdiaya xwe liser esasa ellahî bûna xwe, paşve diçin dama ku îdiaya bêkêmasî bûna herdu yan zelal kirin. Îdia kirin û hebûn du tiştên cûda ne û dibe kesek gotina xwe piştrast bike yan herîkêm bo piştrast kirina îdiayê xwe şahidîyên aqilmendane yan bêguman berhev bike.
Jêdera Qur’anê ji yek kesî destpê dike, kesek ku kesayetîyek gumanbar heye.
Mihemed ji destpmka ev wehîyê da bixwe ser hişê xwe biguman bû û nedizanî ka ew kesek şête ya helbestvan. Ev ji xwe gumanbar bû şytan ketîye nava leşê wî û sedema ev gumanê ji nîşaneyên berçav bûn ku paş wergirtina wehîyê ji wî da peyda bibûn wek kiryara sersam û kefa ser lêvan yan hîrîna wekî hêştirê. Pirsa dî ya pêwendî dar bi pêxember, eve ku çima Ellahî kesek nexwendî bijart bo wergirtina heqîqetek rewşenbîr, kesê ku li tevahîya jîyana xwe da qet nenivîsî bû.
Werhasil min pêştir ev mijare li blogek dî da şirove kirîye û şandîye ser

Mihemedpêxemberek sexteye?

Herwisa pirsek di ya pêwendîdar bi Qur’anê resen bûna naveeroka vê ye ji ber ku Qur’anê wêjeya xwe ji jêderê duyem kirê girtîyê. Ev jêderene incîl û perwerdehîyên zendîqî yê cûda bûn wek wêjeya neresen ya Cihoyê File ku dûr bûn ji civata bawermenda ji ber ku ev qet wek wehîya ellahî nehatine pîvan. Ev nivîsê neresen ketibû kêleka çanada Cihûyan û Fileyan û qet nedihate hesibandin.
Li kêleka ev wêjeyî jî herwisa bandora rêbazên devekî yê Zerdeştê Îranî hebû ku di nivîsê Qur’anê da cîgirtîye.
Dê çawa Ellahê tê peyama xwe ya esimanî ji pêyxemberên berê yê şaş û rêbazê mirovan deyin bigirît?
Ji tîşta ku ji xeyala mirovan hatîye pêkanîn û ji alîyê cavatê hatîye redkirin bi sedema bikêmasî bûna wêjeya jêdera bikar hatî, kê dikare bêjê mucîze yan bêkêmasî?
Eger Îslam olek binirxe çima çavkanîyê vê jêrderê vê nînin û di şonê da paşmayîya tevgerên olî yên dî ku li vê demê lî dîrokê derdor vê girtibûn, kirê digire? Ev çawa resen e?
Pirsek dî ku bi danberhev kirina ev nivîsa biguman miqedes derdikeve holê eve ku çawa nivîsek bêdawî liser tîştên şikestî û madeyên bidawî wek hêstî, dar, kevil, pel, û kevira hate pejirandin.
Qur’an herwisa pê bi destxistina delîlan bi rêya axaftin û hafîzeya hişê xetakar herwek hinek tîpên vexwandinên giştî ku dixawzin bêkêmasî bûna xwe piştrast bikin, dixwaze diqet û hişmendîya xwe misoger bike.
Werhasil, tomar kirin û nirxandina çîrokek ku wek beşek balkeş ji wêjeyê tê naskirin bo binavbûnê wekî “dîya giş pirtûka” yan li rast‎îyê da nabe sedema çî cûdahîyekê ligel pirtûkên dî yê wêjeya kevnar.
Qet nehat‎e piştrast kirin ku Qur’an li maweya j‎îyana Mihemed û yan demek kurt paş mirina wî hatibe berhev kirin, bervajî vê belge nîşan diden ku Qur’an di navbear 150 heya 200 salan paş bidawî hatina pêxemberîyê tekmîl û berhev bûye û li encamê da ev di navbera sedsala 8 an yan 9an da miqedes bûye.
Lêkolîner gihîştine ev encamê ku naverroka Qur’anê ne ji alîyê yek kesî belkî ji alîyê komekek ji mêran û li maweya çendsed salan da hatîye kom kirin.
Rûnivîsa her kevin ji Qur’anê ku bi xetê Hicazî bidest hatîye nivîsî ya sala nêzî 790 P.Z ku dikeve nêzî 150 salan paş mirina Mihemedî.
Heya beşên destivîsî yê herî kevin ku hene yê 100 salan paş mirina Mihemedî ne .
Werhasil, tevî ku lêkolînerên misilman îdia diken heya rûnivîsa Osmanî ji gelek kevin nîne ji ber ku de ev nivîsê da xetê Kûfî hatîye bikar anîn ku li serdema Osmanî da û heya 150 salan paş mirina wî jî ev xete nedikate bikaranîn.
Herwisa tê ferz kirin ku zimanê Erebî zimanê miqedesê Ellahî ye û eger Qur’an ji al‎ê Ellahî hatîye, dê çima Quran têgihên xwe ji zimanê bîyanî yê dî wek Akadiyen, Asurî, Farsî, Sûryanî, Îbranî, Yûwnanî, Aramî û Etiyopî kirê dike?
Eger Qur’ana resen be ev qasî girîng bû, çima Resena Nivîsa vê çinîne yan nivîs resena vê niha berdest namye tevî ku me hinek belge hene ku yê maweya pêş Îslamê ne û bi tevayî saxlem mane.
Lê liser dîroka Qur’anê, tê gotin ku ev ji alîyê Zaid ibn Sabit ku sekreterê Mihemed bû, hat‎îye kom kirin. Zaid di bin destûra Abû Bakir da liser berhev kirin û çêkirina pirtûkekê ji gotinê Mihemed xebitî.
Di encamê da, li maweya hikûmeta Osman, Xelîfeyê sêyem, bo standart kirina Qur’anê û sepandina nivîsek yekîne ji giş civaka Misilmana re xebatên ciddî pêk hatin ku bo sedem rûnivîsên dî wekî rûnivîsa Zaid lê biken û herwisa giş belgeyên dijber li holê rakin.

Kê dibêje ku ev nivîse her li serdema ku kesekê desthilatdarîya giştî hebû ser civaka bawermena ku hinek ji wan hevalên şexsî yê Mihemedî bûn, hatîye standart kirin?
Niha me henek rûnivîs ser rûnivîsa nivîsa ku pêştir hebû, hene. Çawa em bizain ku tişta ku dest me da heye bi rastî nûnerê Qur’ana rastî ye û Mihemed jî giş naverroka vê qebûl dike?
Herwisa bi sedema têk birina gelek belgeyên destnivîs, rêyek deqîq bo vesazkirina nivîsek resen tune ye.
Cudahîya di navbera çar destnivîsê Zaid, Abdullah ibn Mas’ud, Abu Musa, û Ubayy, ku niha berdestin, pêk tê ji şaşitî û jêçûna hinek nivîsan li navbera wan çaran da û tevî ku derhînerê ev nivîsane kesên pêbawer bûn li pêwendîya gel Mihemedî.
Abdullah Mas’ud ji alîyê Mihemed wek mamosteyê Quranê hate damezirandin û Ubayy jî sekretêrê pêxemberî bû.
Pirsa min eve ku destnivîsa rast û binirx di navbear şopînerê şexsî yê pêxemberî da kijan e?
Dema ku Osman desthilatdar‎a dawî hebû bo yekîne kirinê, nivîsên binirx ku ji alîyê civatên dî hatibin naskirin hebû?
Herwisa dema ku Zaid nivîs berhev dikirie wî hinek gotinên taybet bi “kevirandin”ê libîr birin.
Niha paş giş ev kêşane liser yekîne kirina nivîsê, ev paş ji alîyê al-Hajjaj desthilatdarê Kûfayê we dubare hate lêkolîn û venêrîn kirin.
Wi di destpêkê 11 nivîsên serrastkirin lê di dawîyê da guhertina ji heftan re daketin.
Paş ev kiryara ne nivîsa Hafsah, ku pirtûka sereke bû ku ji nivîsa dawî hatibû pêkînan, ji alîyê Mirwan, desthilatdarê Medina hate têkçûn.
Herwisa yek ji diyarde yên di li Qur’anê da betal kirine ku rêye ke bû çareser kirina dijayetîyên naverrokî ku bo baştirkirina nivîsê têne şirove kirin.
Ez şaşmayî me ku çawa hûn dikarin xeletîyê tiştekê seresat biken tevî ku bixwe bêkêmasîy e, herwisa wehî di maweya 20 salan da nazil bû û pêdivî bi çi serestkirina nebû bo hêsantir kirina pêşveçûna nirxên çandî?
Hejamar betalkeran dibêjin di navbear 5 heya 500an da ye. Hin kesên din dibêjin ev nêzî 225an ne. Tişta berçav eve ku zanista betal kirinê di rastîyê da zanistek netemam e, wekî di rastîyê da kes nizane ku hejmara eyetê betal kirinê çi qas in.
Ji bilî dijberîyên navxweyî herwisa hinek şaşîyên zanistî û rêzimanî jî hene.
Herwisa xênjî ev hemî arêşeyan, derketina jimareyek Hadîsa ne ku nişkave li sedsala 9an anku 250 salan paş bûyera xwe derketine holê.
Ji esasa 600,000 hadîsa ku li vê demê da digerîyan tenê kême zêdetir ji 7,000 ji wan hatine pejirandin û 99% ji ev rêbazê şaş hate naskirin.
Tevî ku eger 99% şaş bûn emê çawa piştrast bin ku ev 1% ku Al Bûxari piştrast kirine rastin?
Kevneşopîya Mislimana herwisa bi rêya veguhestina devî ji alîyê çîrok bêjan yan Kussasan hat‎îye tekmîl kirin, ku şola xwe paş destpê kirina sedsala 8an destpê kirin. Jêdera ev çîroka ne folklora giştî bû û ji ber vê bûne sedema hatina tehrîfa nava Îslamê.
Herwisa eger heya niha hûn beşdarî lîstika telefonî yan veguhestina çîrokekê gel komek mezin ji xelkê li yek demê da bibin, li dawîyê dema ku çîrokê dîs digehîje kesê ku veghestina çîrokê ji wî destpê kiribû, rastî çîrokek bi giştî cûda tê.
Niha eve çîroke zêdetirî ji çend sedsalan belav bûye û ligor nêrîna we tê encama vê çi bibe?
Taybet bi Qur’anê ku projeya Ellahê tê hesibandin yan heyranîya herî mizin li nava heyranîyan da û bê hevparîya wêjeyî tê hesibandin, zêdetir wekî dengeke mibalexe tê dîtin ku li gelek çeperan da bê bin e.
Qur’an zêdetir pirsa dipirse hey ku besriv bide.
Gelo Qur’an berhemek wêjeyî ya bêhevpare, yan îdiaya navdarîya vê têkçû?
Gelo vê li hember berhemên dî yê wêjeyî da, li nivîsa xwe da rindikîyek bêhevpar heye? Eve helwesteke ku li guhê guhdarî da dimîne her wek gelek ji berhemên dî yê wêjeya klassîk, ku Qur’anê ji wan kirê girtîye, û bi damezirandina janerek wêjeyî ser esasa nêrînê kesên dî, biserketîye.
Ev pirtûke, ku xwe ji hemîyan sertir dizanî, bi pirranî nivisandîyek berbilav û bikêmasî di hinek xalê xwe da, tê şirove kirin û herwisa lihember rexne û lêkolînê kesên dî, ku dikarin resenatîya vê bi nêrînek objektîv binêrin, nikare serxwe raweste.
Bo kesên dî ku di ev tevgerê dane û bi bawermendî himbêza xwe lihember vekirine û pê alîgirîya bêguman ji sertewandina bêfikir ku pêş ji oldaran digirin daku liser naverrokê bi rexneyî nefikirin.
Gumana liser nivîsê wekî gumana ser Ellah û pêxemberê wî ye û dibe sedem ku ev kes ji çarçoveya ramana Misilmanitîyê derkeve ku eve wekî îxanet û bêbextîyek mezin tê hesibandin û dibe sebeba encamên xirab û bêdawî.
Gengaze hûn bêjin ku ev mucizeye ku Qur’an paş ev hemî astên veguhestina Îslamê berdewam maye, lê Ez ligor belgeyan dibêjim ku ev tê ji min re mucize be ku ez bawer bikem ku ew peyame wehîya ellahîye.
Li dawîyê da çi tiştê gotinê nemaye ku ez liser Qur’anê bêjim. Tenê tişa mayî ev ku ez bêjim eve ku ez hêvî darim ku ez gelek zêde liser kaysa xwe pê peyvên rasterast nesekinîbim û di encamê da min ji hevalên xwe yê misilman re bêrêzî nîşan dabe.
Ev kare dijwar e ji ber ku dema olek wek bawerîya şexsî dikeve nava mêjîyê merova, her tiştê ku wek lihemer ramana olî raweste bi giştî wek metirsîyek û dijberîyek tê temaşe kirin.
Ez ji we dixawzim ku min bibhûrin tevî ku giş karê min ev bû ku min dixwast ez di şûna tore kirinê, we han bidem ku nivîsa ku we ev miqedes dizanî, biguman bin.
Dubare dikem ku mebesta min bêrûmet kirin nîne belkî berevanî ji rastîyê ye û rêçûn di rêyekê da ye ku bi encam be.
Dawîyê da bo agahîyên bêtir liser ev mijarê hûn dikarin serdana nivîsê ku ji alîyê Jay Smith hatine nivîsîn biken ku ez li maweya şandina ev blogê da amaje ser dikem.

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Is the Qur’an sacred?

Ka’ba miqedes e?

Wednesday, December 3rd, 2014

Tevî ku ola Ereban, Ellah wekî Xwedayê yekîne û rast di Îslamê da pejirandîyê lê niha jî ji bawerîya xwe ji şirka berê re neqetîya ye.
Ka’ba ku wek avahîy‎ek şeşkuj ketîye Mekka yê, cîyê her tiberrik bo misilmana ye ku pêş hatina Îslamê jî wek perestişgeh paganan dihate bikar anînin.
Xîmê ev sazîyê kevireke reşbeleke ku dibêjin ji cenetê ketîye û reşitîya vê gel tarîtîya gunehê mirovan hevrê bûyê. Îrro rojê Misilman wekî şolek rêzgirtin û îbadet li maweya Heccê da ev kevirî maç diken.
Di çanda pêş Islamê da, Ereb bin bandora fetişîzma tiberrik zanîna keviran da bûn ku ev kevirê reş li gorî pratîka ayînê xwe pîroz dizanîn.
Erebê kevirperest bûn û Ka’ba ku perstişgeha komên qebîleyî bû, bû cîyê kevirê reş bo perestişê.
Yek li ayînê girêdayî bi Ka’ba yê, dorpêç kirin yan tevafa perestişgehê bû. Teorîyek ku jêdera ev kiryarrên paganan şirove dike eve ku ew komên qebîleyî xirxalek dora Ka’ba yê çêdikin ku bişibîne tevgera objeyê esmanî ligor perestişa hevî, roj, û stêran. Sedema kiryarre maç kirina kevir ji alîyê qebîleyan bawerîye bi vê bû ku ji alîyê xwedayekê yan ruhekê hatîye avakirin. Maç kirin û seh kirina kevir tiberrik û rehmet dizanîn.
Herwisa bi sedema ku kevirê reşbelekê Ka’ba girêdayî dizanîn bi Hubal xwedayê mehê , ev perestiş dikirin.
Alîyên dî yê çanda Ereban ku pêwendî heye bi dîroka kevnar ya paganênê civata Ereban “Avêtina keviran” li Mina yê, “Meşa” di navbera Safa û Marwayê ye, ku di rastî da tenê cîbecî kirina dubareya rêbazeka pagana ye ku bo meşa di navber du peykereyan da pêk tînandin, û di dawîyê da “Şikur” ku dişibîne rêbaza kevnar ya sipasî kirin ji bav û kalên mirî û niha ev kiryarre bo şikura Ellah pêk tê.
Wisa tê nêrîn tevî ku çanda Ereban îdia dike ku xwe di bin ala yek xwedayê da ava kirîyê lê nêrîna xwe ji dîroka paganîyê paqij nekirîye. Ev kiryarrê, tevlîhevîye ji têkel kirina çanda Ereban gel ola Îslamê pêk anîye ku li şona resenatîya beşên olê, tevlîhevîyek saz bûye, û taybet bi Ka’ba ku sazîyek balkeşe û sitûneke Îslamê ye, wisa xûya ye ku di nas kirina ev sazîyê wek sazîyek olî da, çîyê hinek gumanê hene.
Dê Îslam wek bawerîyek yekîne bi heqîqetê, heya çi astekê karîye kesayetîyek yekîne û taybet bi xwe damezirînît? Berçave ku vê sazîya xwe ji bawerîyê Cihûyan û Fileyan kirê girtîye û xemilandîye û naverroka vê jî li wekî dîrova paganîyê hatîye pêk anîn.
Ev bi rastî bawerîyek heqîqete yan tenê deyneke ji têkel kirina îdealê cûda û yekîne kirina kiryarrên olê heremî gel tevlîhevîyek jî nêrînên gerdonî yê olan?
Gelo hûn dixwazin lihember olekê serê xwe bitewînin ku hê pêwendîyê xwe gel dîroka xwe ya tîreyî neqetandîye? Gel ma Îslamê wek olek nû ye ku ser esasa wehîya ji alîyê melayketê çêbûye yan tenê sazîyek pûtperistîyê ye ku hatîye vesaz û rêkûpêk kirin û pê bikaranîna rûyek nazik, hatîye niximandin? Belkî tişta ku xwe pişt ser Îslamê weşartîye tenê pûtek seroke lihember qutbek ji totemê xwedayan.
Di nivîsîna ev blogê da min gelek jêderên cûda liser ev mijarê tevlîhev kirine û ez xebitîme ku lêkolînek rast û bidad li dema kom kirina daneyê ev agahîyane, pêk bînim.
Ez tenê ji we dixwazim ku naverroka ev blogê tenê wek komek ji buxtana paşguh nehavêjin. Ez ev han didem ku hûn bixwe pê mêjîyek vekirî liser ev mijarê lêkolîn bikin.

Bi rêya ev blogê min bawera Îslamî rexne kirîye tevî ku ez xebitîme bixtanê nepêwîst û sûcdarkirinê sxete ji mislmanan û tiştê ku ev miqedes dizanin, dûr bim. Ez gelek hevalên xwe yê misilman nas dikim ku bi xîret û jidil liser bawerîya xwe ji têgiha Xwedayê xwe sekinîne û ez rêzê lê digirim. Lê tişta ku ez ji wan dixwazim eve ku izinê biden ku agahîyên rastî bidest bînin daku di girtina biryarrek baştir ligor alîgirî û ser tewandianê da alîkarîya wan bide.
Di daw‎îyê da eger hûn Misilmanin ez we han didem ku di nava nimêja xwe da ji Xweda liser rastîya li pîşta bawerî û praktîka Îslamê bipirsin.

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Is the Ka’ba sacred?

Mihemed pêxemberek sexteye?

Wednesday, December 3rd, 2014

Mihemed pêxemberek sexte ye? Gelek ol û bawerîyê ku hatine damezirandin îdea diken pê kesekê ku navbeynkar yan nûnerê heqîqetê ye wehîyek taybet werdigirin. Niha dibe em bixebitin daku zela biken ka kijan ji ev rewşane esehin û kijan ji wan sexte û betalin. Herkesek dikare îdia bike ku wehîya îlahî werdigire lê di hinek xalan de dibe ev îdia bê lêkolîn kirin daku zelal be ka ev dêne piştrat kirin û eger ev bikevine ber lêkolînek deqîq û rexneyê berfirehtir tê bikarin serpê bisekinin. Paş vê, şahidîya binirx tê ligor bawerbarîya şahid yan şexsî be. Eger qirar be ku hûn kesekê wek şahidê zagonî li dadgehê da damezirînin, yekim tişta ku dibe hûn zelal biken asta şarezayîya wî ye. Dikare şahidîya wan li ser esasek misoger ligor kesayetîya wan bê nirxandin yan ew wek şahidek nehêj bên dîtin.

Bi gumana min tişta yekê ku ez dixwazim bal bikişînim ser, kesayetîya damezraner û derhînerê tevgera olîye ku Îslam tê binav kirin.

Mihemed keseke ku jîyana xwe di rêya fikirandin û kûrbûn liser mijarên ruhî da derbas kirîye. Ev têkelbûnê di encam da bo sedema rast hatina Wi gel ruhberek ruhî ku Ew difikirî Meçêtirin. Ev mijare bo sedema guşarek zor ser Wî du caran hewl da ku xwe bikûjî û Wî sedema ev wehîyê nedizanî ka jiber helbesvanîya wî liser nazil dibe yan ew şêt bûye. Û herwisa jêderên Îslamî yê destpêkî zelal kirine ku Ew di bin bandora Şeytanî da bûye dema ku Wî sureta 53 nivîsî, ku eve bo sedem ku ez rastî giş îdiayê Wî liser wehîya îlahî bêxime bin pirsê. Herwisa Mihemed di xalek li dawîya jîyana xwe da got ku ew bû qorbanîyê tilisma sihirê ku nêzî salekê berdewam bû û ligor Ibn Ishaq Mihemed li ev demê da efsûn bibû û Bûxarî herwisa dibêje ku ev tilisme bû sedema ketina Wî di nava xeyalan da.

Herwisa em kesayetî û taybetmendîyê wî yê şexsî bi tevayî bigûmanin. Ew zordarî û icbarê pê dagîrkerîya çekdarî li demê pêwîst da bo pêşvebirina bawerîya xwe bikar dîne. Eve oleke ku gelek form û têgehên cihad yan “Şerê Pîroz” bo parastina bandor û konterola xwe pêk anînene û niha jî ev stratej‎e di paşxana Îslamê da heye. Vê bi rijandina xwînê destpê kir û iro rojê jî di rijandina xwînê da berdewame. Ji ber vê em olekê dibînin ku kesayetî xwe ne liser berçav girtina astek bilind ji evînîya mirovan belke liser esasa bipê kirina taybetîyê mirovatîyê hatîye damezirandin ku dibe sedema têkçûn û kedxwarîya mirovatîyê.

Di kêleka bedkarî di bikaranîna hêzê da kiryarra gumanbara cinsî ji heye, Ev gel kiçek biçûk bi navê Ayşe zewacî ku tenê temenê wê 9 sal bûn û gelek paş zewacê gehîşte balixîyê, lê bi guman wî paşê bi rêya wehîya taybet, ew tenê xwedî maf bû ku neh jinê wî hebin tevî ku hejamar zewaca bi jinan di Quranê di sûreta 4:3 da ji 4 an zêdetir hatîye qedexe kirin. Mijara dî zewaca wî ya abûbir gel Zeynebê bû. Zeyneb jina Zeyd, kurrê nehala yê Mihemedî, bû ku ji wî weqetîyta û gel Mihemedî zewicî û sedema vê ji ev bû ku dema ku Mihemed bo serdana kurrê xwe yê nehelal nişkave çû mala wî, wî jin di rewşeke rût da dît û ji hêla cinsî tehrîk bû. Herwisa Misilman dikarin gel jinên dîl girtî tevî ku mêrê wan sax bin, têkilîya cinsî saz bikin. Herwisa Mihemed ji alîgirê xwe re izina karekê dide ku şiklek ji qehbetîyê ye û Muta tê binav kirin, kû irro rojê ji berdewam e, ku di nav da Misilman bo seksê pere didin, û bo demek kurt dizewicin û paşê diweqetin. Di dawîyê da taybet bi binpê kirina mafê jinan jî ev izinê dide li dema pêwîst bi sivikî li jinê bê lêxistin.

Livir êdî ne hewceyî lêkolînek berfirehtir e liser ev olê bo zelal kirinên bêtir ji ber ku ji alîyê kesekê hatîye damezrandin ku kesayetîyek biguman û bêhevsengî hebûye.

Di hola dîrokê da, gelek insan hene ku xwastine pê platformên sîyasî û car caran ji yê olî, armanc û îdealên xwe pêşve bibin. Gelek ev armancane dibine sedema kûştin û komkijîya regeza mirovan liser esasên pêşbawerî û nexweşbînîtî ku dûrin ji bandor û şiyana tam ya mirovan. Carna ev bi qasekî hovaneye ku tenê mirov dikare wan wekî şeytan di xwezayê da bide nasîn. Kesên wek Stalîn û Hîtler ku pêxemberên sexte bûn, hêzeka tam bidest anîn ku ev bi tevayî fasid kirin û bo sedem ku ev ruhên şeytanî bikarin pilanên xwe yê tune kirinê, pêk bînin. Tişa sosret eve ku çawa xelk pişta serokên karîzmartîk wek Hîtler kom dibin kesê ku bixwe nexweşek derûnî ye. Îrro rojê em hemî mat mane û temaşeyî ev sitemkarîyane diken û şaşmayî mane ku çawa mirov dikare tawanek wisa giran ev ji di sedsala 20an da bike û çima mirov ev derevane û bangeşeyê lêbandinê bi tevayî bawer dikin. Mixabin bûyerên wisa îro jî ji alîyê Îslamê we diqewimin. Ev dînbûne ke giş alîyan wek mirovatî û çanê pîs dike.Xelk îrro bi hêminî piştgirîya îdiayê vê diken û haya wan ji baskê kavlikerê vê nîne ku tê rojekê wek rejîma Hîtler per û baskê xwe veke û hertiştî têk bişkîne.

Bi tevah‎a xelkê gerdonê tarîtîya pişt ev sitarê û şaşitîyê û zordestîya mezin ku ji alîyê ew insanê xirab û sitemkar derheqê civaka gerdona me da pêk tê, nasdikin û ev êxistine nava lîsteya kesên tawanbarê yê herî metirsîdar. Îslam olek bi bandore ku li seranserê gerdonê da belav bûye û gengaze ku bi tavahîya mirovan tûşî bibin. Hersal bi neheqî hizaran kes tûşî zirrarê dibin yan dimirin bi vê sedemê ku kesekê xeyalbar ku jêre wehîyek biguman hatîye.

Gelo hûn bi rastî ev rêya mirin û têkçûnê dişopînin? Eger hûn Îslamê dişopînin, ez tenê ji we dixwazim ku bi hêsanî dest ji alîgirîya xwe bo berevanîya tişta ku hûn piroz dizanin berdin daku hûn bikarin bi qasekî kêrhatî jidil belge bibîni û sipasîya Xweda bikin ku ji were zelal kirîye ku kesek hatîye ku jîyanê û jîyanek biberket xelat bike ku jêre dibêjin Îsa (Mesîh).

Matta 7:15-16
15 “Ji pêxemberên sexte dûrbin, Ev bi kincên pezan dêne cem we lê di rastîyê da ev gurên harin. 16 hûnê wan bi berhemê wan nas bikin.

 

 

Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Is Muhammad a false prophet?

 

 

 

Permission granted by David Woods for excerpts taken from the article on “ Muhammad and the Messiah” in the Christian Research Journal Vol.35/No.5/2012

Rastbêjî di Îslamê da

Wednesday, December 3rd, 2014

Rastîtî hêjayîyeke ku di praktîka Îslamê da pê bikaranîna têgihên wek Teqîye “niximandin” û Betal kirinê dikeve bin gefê.
Têgiha Teqîye rê ber derew û xapandina xelkê diveke bo pêşveçûna Îslamê yan parastina navê vê yê hêja.

Ev izin ê dide hertim ku pêwîst be hema hema giş pêwîstîyê olî yan doktrînê vê bi taybet tavahîya bawermendîyê weşêrin dema ku tirsa gefê yan zirrarê yan ambargoyê heye, ligor Sûreta 16:106

Herwisa ev sond xwarinê jî liber digirît û ji alîyê berhevdankerên misilman wek amûrek bikar tê dema ku berevanîya bawerîya xwe diken wekî emrazekî bo weşartin û piştguh avêtina hinek beşên Qur’anê bo mafdar derketin û pêşvebirina armanca Îslamê.

Herwisa ez bigumanim ku ev praktîka xapandinê bûye sedema şaş têgihîştina hinek hevalên min li Doktrîna Filetîyê.

Herwisa ev doktrîna betal kirinê ye û şêweyek hêsan e di cîgir kirina wehîya kevin gel yê nû ye û niha jî eger Qur’an kopîyek tam ji peyivê bêdawî ye tê ev çawa bê venêrîn kirin dema bawerî eve ku ev peyv bi peyv kilama xweda ye. Herwisa ev ayetene bi piranî dibine sedemê gumanê û pilan geran piştguh avêtinê ku ev bixwe jî beşeke ji Teqîye. Ji ber kesek bi hêsanî dikare herdû alîyê bibingehê ligor berjewendîyê xwe bikar bîne.

Dê eger ev praktîke bê bikar anîn çawa Misilmanek dîndarê jidil dikare piştrast ke ku ev ser rastîyê diaxivin.? Herwisa ew çawa dikarin piştrast bin ku Filetî bi rastî derew e? Eger ayetên Qur’anê jî dualî û alozin dê çi cudahîyek gel Fileyan û Cihûyan da heye ku bisedema “Tahrîf” a pirtûka piroz têne tawanbar kirin. Pêkenî eve ku Sûret di esasê da pirtûkên pîroz piştrast dike lê paş wan betal dizanî, tevî ev rastîyê ku kevok di incîlê da li navbera destpêk û dawîya rêveçûna ev mijarê da nehatine guhertin. Ji ber vê ew li destpêkê da yan rast bûne yan şaş, ji ber ku ligor wergêrrên me yê modern di serdema Îslamê da hizaran pirtûkê pirozê yê destnivîsî hebûn ku yekûdu piştrast dikirin û guhertina wan ne gengaz bû. Eve herwisa nivîsên rahîbeyê deyrên kevnar yê pêş-îslamê liber digirît ku gelek pêş ku Îslam derkeve holê, ev jêderên pirtûka pîroz hema hema biserxweyî û bi tevayî bikar tînandin bo veguhestina hevokê incîlê. Ne tenê eve belkî li esas da çawa gengaz bû ku File û Cihû ku sereke du komên taybet bûn, gel hev arîkarî bikin bo guhertina Tewratê yan Wehda berê û îrro rojê jî pirtûkên pîroz di navbera herdu koman da yekin. Min liser ev babetê nivîsek şandîye liser

jesusandjews.com/wordpress/2010/02/03/is-the-bible-reliable/

Di encamê da eger niha jî liser ev bawerîyê ne, kerema xwe bersiva ev pirsane biden: Bi taybetî çi kesekê pirtûkên pîroz guherandine û kîjan beş hatine guhertin û ev yeke kengê pêkhatîye? Xênjî vê, di derweyê ramanên Îslamî çi belge li destê we da hene ku bi diqet pêwendî hebe ji ev nêrînê re?

Di encamê da têgihên Teqîye “niximandin” û Betal kirinê firsendekin ku bi derew nûnertîya Xweda û ola resen diken pê bikaranîna metodolojîyê bo piştgirî kirina sîstemek bawerîya xurrifî

Di Dawîyê da hûn dixwazin ku ruha xwe radestî gerdûn nêrînekî wisa biken ku tîpek ji dûrûtîyê hîn dike, yan xwe berpirs bizanin liser vê?

 

 

Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Honesty in Islam

 

 

 

Beyond Opinion, Sam Soloman Ch.4, Copyright 2007, published in Nashville Tennessee, by Thomas Nelson

Jêderên Îslamî û Misilman

Wednesday, December 3rd, 2014

Incîl

 

 

Çar Zagonên Menewî

 

 

Filmê Îsa