Qur’an miqedes e?

Dema li ber çav girtina miqedes bûna Qur’anê dibe em vê wek her beşek dî ji wêjeyê binirxînin daku resanetîya ev îdiayê bê selmandin.
Qur’anê di Îslamê da astek hin balkeş heye ku di nabera gelek kesên bawermend da bûye sînorê perestişê.
Xênjî vê Îslam îdia dike ku ev wehîye û ev tîşte ke ku derveyê delîlên nivîskî yê di nava metinî da ye.
Dema ku min liser Mormonîsmê lêkolî dikir min hendek şibîn di navber vê û rêbazên Îslamê da dîtin. Mormonan bawerî heye ku neqşê esmanî liser tabloyê zêrîna hatine neqişandin û bi rêya telîmatê melekekê ev tabloya esmanî tê çîbicî kirin û bo wegerandinê tê parastin.
Herwisa Joseph Smith xwe berpirs dizanî li peyda kirina gumanên bawerîyek rast û eve bû sedem ku ev gelek mefrozatê rast hatî û wehîyên wekhev ji heqîqeta ellahî kom bike.
Tevî ku ev wehîyê ellahî “Pirtûka Mormona” hervek Qur’anê ye lê dûre ji belgeyek tam.
Gengaze Misilan îdia biken ku Qur’an li nava giş jêderên wêjeyî da pirtûka her tam û rindike ku ligor Îslamê ev wehîya ellahî bi rêya şahidên navxweyî tê piştrast kirin.
Lê herwisa, Joseph Smith dibêjît ku Pirtûka Mormona, li nava pirtûkê ku heya niha hatine nivîsîn ya herî bêkêmasî ye.
Lê belê, Ev pirûkane herdu li îdiaya xwe liser esasa ellahî bûna xwe, paşve diçin dama ku îdiaya bêkêmasî bûna herdu yan zelal kirin. Îdia kirin û hebûn du tiştên cûda ne û dibe kesek gotina xwe piştrast bike yan herîkêm bo piştrast kirina îdiayê xwe şahidîyên aqilmendane yan bêguman berhev bike.
Jêdera Qur’anê ji yek kesî destpê dike, kesek ku kesayetîyek gumanbar heye.
Mihemed ji destpmka ev wehîyê da bixwe ser hişê xwe biguman bû û nedizanî ka ew kesek şête ya helbestvan. Ev ji xwe gumanbar bû şytan ketîye nava leşê wî û sedema ev gumanê ji nîşaneyên berçav bûn ku paş wergirtina wehîyê ji wî da peyda bibûn wek kiryara sersam û kefa ser lêvan yan hîrîna wekî hêştirê. Pirsa dî ya pêwendî dar bi pêxember, eve ku çima Ellahî kesek nexwendî bijart bo wergirtina heqîqetek rewşenbîr, kesê ku li tevahîya jîyana xwe da qet nenivîsî bû.
Werhasil min pêştir ev mijare li blogek dî da şirove kirîye û şandîye ser

Mihemedpêxemberek sexteye?

Herwisa pirsek di ya pêwendîdar bi Qur’anê resen bûna naveeroka vê ye ji ber ku Qur’anê wêjeya xwe ji jêderê duyem kirê girtîyê. Ev jêderene incîl û perwerdehîyên zendîqî yê cûda bûn wek wêjeya neresen ya Cihoyê File ku dûr bûn ji civata bawermenda ji ber ku ev qet wek wehîya ellahî nehatine pîvan. Ev nivîsê neresen ketibû kêleka çanada Cihûyan û Fileyan û qet nedihate hesibandin.
Li kêleka ev wêjeyî jî herwisa bandora rêbazên devekî yê Zerdeştê Îranî hebû ku di nivîsê Qur’anê da cîgirtîye.
Dê çawa Ellahê tê peyama xwe ya esimanî ji pêyxemberên berê yê şaş û rêbazê mirovan deyin bigirît?
Ji tîşta ku ji xeyala mirovan hatîye pêkanîn û ji alîyê cavatê hatîye redkirin bi sedema bikêmasî bûna wêjeya jêdera bikar hatî, kê dikare bêjê mucîze yan bêkêmasî?
Eger Îslam olek binirxe çima çavkanîyê vê jêrderê vê nînin û di şonê da paşmayîya tevgerên olî yên dî ku li vê demê lî dîrokê derdor vê girtibûn, kirê digire? Ev çawa resen e?
Pirsek dî ku bi danberhev kirina ev nivîsa biguman miqedes derdikeve holê eve ku çawa nivîsek bêdawî liser tîştên şikestî û madeyên bidawî wek hêstî, dar, kevil, pel, û kevira hate pejirandin.
Qur’an herwisa pê bi destxistina delîlan bi rêya axaftin û hafîzeya hişê xetakar herwek hinek tîpên vexwandinên giştî ku dixawzin bêkêmasî bûna xwe piştrast bikin, dixwaze diqet û hişmendîya xwe misoger bike.
Werhasil, tomar kirin û nirxandina çîrokek ku wek beşek balkeş ji wêjeyê tê naskirin bo binavbûnê wekî “dîya giş pirtûka” yan li rast‎îyê da nabe sedema çî cûdahîyekê ligel pirtûkên dî yê wêjeya kevnar.
Qet nehat‎e piştrast kirin ku Qur’an li maweya j‎îyana Mihemed û yan demek kurt paş mirina wî hatibe berhev kirin, bervajî vê belge nîşan diden ku Qur’an di navbear 150 heya 200 salan paş bidawî hatina pêxemberîyê tekmîl û berhev bûye û li encamê da ev di navbera sedsala 8 an yan 9an da miqedes bûye.
Lêkolîner gihîştine ev encamê ku naverroka Qur’anê ne ji alîyê yek kesî belkî ji alîyê komekek ji mêran û li maweya çendsed salan da hatîye kom kirin.
Rûnivîsa her kevin ji Qur’anê ku bi xetê Hicazî bidest hatîye nivîsî ya sala nêzî 790 P.Z ku dikeve nêzî 150 salan paş mirina Mihemedî.
Heya beşên destivîsî yê herî kevin ku hene yê 100 salan paş mirina Mihemedî ne .
Werhasil, tevî ku lêkolînerên misilman îdia diken heya rûnivîsa Osmanî ji gelek kevin nîne ji ber ku de ev nivîsê da xetê Kûfî hatîye bikar anîn ku li serdema Osmanî da û heya 150 salan paş mirina wî jî ev xete nedikate bikaranîn.
Herwisa tê ferz kirin ku zimanê Erebî zimanê miqedesê Ellahî ye û eger Qur’an ji al‎ê Ellahî hatîye, dê çima Quran têgihên xwe ji zimanê bîyanî yê dî wek Akadiyen, Asurî, Farsî, Sûryanî, Îbranî, Yûwnanî, Aramî û Etiyopî kirê dike?
Eger Qur’ana resen be ev qasî girîng bû, çima Resena Nivîsa vê çinîne yan nivîs resena vê niha berdest namye tevî ku me hinek belge hene ku yê maweya pêş Îslamê ne û bi tevayî saxlem mane.
Lê liser dîroka Qur’anê, tê gotin ku ev ji alîyê Zaid ibn Sabit ku sekreterê Mihemed bû, hat‎îye kom kirin. Zaid di bin destûra Abû Bakir da liser berhev kirin û çêkirina pirtûkekê ji gotinê Mihemed xebitî.
Di encamê da, li maweya hikûmeta Osman, Xelîfeyê sêyem, bo standart kirina Qur’anê û sepandina nivîsek yekîne ji giş civaka Misilmana re xebatên ciddî pêk hatin ku bo sedem rûnivîsên dî wekî rûnivîsa Zaid lê biken û herwisa giş belgeyên dijber li holê rakin.

Kê dibêje ku ev nivîse her li serdema ku kesekê desthilatdarîya giştî hebû ser civaka bawermena ku hinek ji wan hevalên şexsî yê Mihemedî bûn, hatîye standart kirin?
Niha me henek rûnivîs ser rûnivîsa nivîsa ku pêştir hebû, hene. Çawa em bizain ku tişta ku dest me da heye bi rastî nûnerê Qur’ana rastî ye û Mihemed jî giş naverroka vê qebûl dike?
Herwisa bi sedema têk birina gelek belgeyên destnivîs, rêyek deqîq bo vesazkirina nivîsek resen tune ye.
Cudahîya di navbera çar destnivîsê Zaid, Abdullah ibn Mas’ud, Abu Musa, û Ubayy, ku niha berdestin, pêk tê ji şaşitî û jêçûna hinek nivîsan li navbera wan çaran da û tevî ku derhînerê ev nivîsane kesên pêbawer bûn li pêwendîya gel Mihemedî.
Abdullah Mas’ud ji alîyê Mihemed wek mamosteyê Quranê hate damezirandin û Ubayy jî sekretêrê pêxemberî bû.
Pirsa min eve ku destnivîsa rast û binirx di navbear şopînerê şexsî yê pêxemberî da kijan e?
Dema ku Osman desthilatdar‎a dawî hebû bo yekîne kirinê, nivîsên binirx ku ji alîyê civatên dî hatibin naskirin hebû?
Herwisa dema ku Zaid nivîs berhev dikirie wî hinek gotinên taybet bi “kevirandin”ê libîr birin.
Niha paş giş ev kêşane liser yekîne kirina nivîsê, ev paş ji alîyê al-Hajjaj desthilatdarê Kûfayê we dubare hate lêkolîn û venêrîn kirin.
Wi di destpêkê 11 nivîsên serrastkirin lê di dawîyê da guhertina ji heftan re daketin.
Paş ev kiryara ne nivîsa Hafsah, ku pirtûka sereke bû ku ji nivîsa dawî hatibû pêkînan, ji alîyê Mirwan, desthilatdarê Medina hate têkçûn.
Herwisa yek ji diyarde yên di li Qur’anê da betal kirine ku rêye ke bû çareser kirina dijayetîyên naverrokî ku bo baştirkirina nivîsê têne şirove kirin.
Ez şaşmayî me ku çawa hûn dikarin xeletîyê tiştekê seresat biken tevî ku bixwe bêkêmasîy e, herwisa wehî di maweya 20 salan da nazil bû û pêdivî bi çi serestkirina nebû bo hêsantir kirina pêşveçûna nirxên çandî?
Hejamar betalkeran dibêjin di navbear 5 heya 500an da ye. Hin kesên din dibêjin ev nêzî 225an ne. Tişta berçav eve ku zanista betal kirinê di rastîyê da zanistek netemam e, wekî di rastîyê da kes nizane ku hejmara eyetê betal kirinê çi qas in.
Ji bilî dijberîyên navxweyî herwisa hinek şaşîyên zanistî û rêzimanî jî hene.
Herwisa xênjî ev hemî arêşeyan, derketina jimareyek Hadîsa ne ku nişkave li sedsala 9an anku 250 salan paş bûyera xwe derketine holê.
Ji esasa 600,000 hadîsa ku li vê demê da digerîyan tenê kême zêdetir ji 7,000 ji wan hatine pejirandin û 99% ji ev rêbazê şaş hate naskirin.
Tevî ku eger 99% şaş bûn emê çawa piştrast bin ku ev 1% ku Al Bûxari piştrast kirine rastin?
Kevneşopîya Mislimana herwisa bi rêya veguhestina devî ji alîyê çîrok bêjan yan Kussasan hat‎îye tekmîl kirin, ku şola xwe paş destpê kirina sedsala 8an destpê kirin. Jêdera ev çîroka ne folklora giştî bû û ji ber vê bûne sedema hatina tehrîfa nava Îslamê.
Herwisa eger heya niha hûn beşdarî lîstika telefonî yan veguhestina çîrokekê gel komek mezin ji xelkê li yek demê da bibin, li dawîyê dema ku çîrokê dîs digehîje kesê ku veghestina çîrokê ji wî destpê kiribû, rastî çîrokek bi giştî cûda tê.
Niha eve çîroke zêdetirî ji çend sedsalan belav bûye û ligor nêrîna we tê encama vê çi bibe?
Taybet bi Qur’anê ku projeya Ellahê tê hesibandin yan heyranîya herî mizin li nava heyranîyan da û bê hevparîya wêjeyî tê hesibandin, zêdetir wekî dengeke mibalexe tê dîtin ku li gelek çeperan da bê bin e.
Qur’an zêdetir pirsa dipirse hey ku besriv bide.
Gelo Qur’an berhemek wêjeyî ya bêhevpare, yan îdiaya navdarîya vê têkçû?
Gelo vê li hember berhemên dî yê wêjeyî da, li nivîsa xwe da rindikîyek bêhevpar heye? Eve helwesteke ku li guhê guhdarî da dimîne her wek gelek ji berhemên dî yê wêjeya klassîk, ku Qur’anê ji wan kirê girtîye, û bi damezirandina janerek wêjeyî ser esasa nêrînê kesên dî, biserketîye.
Ev pirtûke, ku xwe ji hemîyan sertir dizanî, bi pirranî nivisandîyek berbilav û bikêmasî di hinek xalê xwe da, tê şirove kirin û herwisa lihember rexne û lêkolînê kesên dî, ku dikarin resenatîya vê bi nêrînek objektîv binêrin, nikare serxwe raweste.
Bo kesên dî ku di ev tevgerê dane û bi bawermendî himbêza xwe lihember vekirine û pê alîgirîya bêguman ji sertewandina bêfikir ku pêş ji oldaran digirin daku liser naverrokê bi rexneyî nefikirin.
Gumana liser nivîsê wekî gumana ser Ellah û pêxemberê wî ye û dibe sedem ku ev kes ji çarçoveya ramana Misilmanitîyê derkeve ku eve wekî îxanet û bêbextîyek mezin tê hesibandin û dibe sebeba encamên xirab û bêdawî.
Gengaze hûn bêjin ku ev mucizeye ku Qur’an paş ev hemî astên veguhestina Îslamê berdewam maye, lê Ez ligor belgeyan dibêjim ku ev tê ji min re mucize be ku ez bawer bikem ku ew peyame wehîya ellahîye.
Li dawîyê da çi tiştê gotinê nemaye ku ez liser Qur’anê bêjim. Tenê tişa mayî ev ku ez bêjim eve ku ez hêvî darim ku ez gelek zêde liser kaysa xwe pê peyvên rasterast nesekinîbim û di encamê da min ji hevalên xwe yê misilman re bêrêzî nîşan dabe.
Ev kare dijwar e ji ber ku dema olek wek bawerîya şexsî dikeve nava mêjîyê merova, her tiştê ku wek lihemer ramana olî raweste bi giştî wek metirsîyek û dijberîyek tê temaşe kirin.
Ez ji we dixawzim ku min bibhûrin tevî ku giş karê min ev bû ku min dixwast ez di şûna tore kirinê, we han bidem ku nivîsa ku we ev miqedes dizanî, biguman bin.
Dubare dikem ku mebesta min bêrûmet kirin nîne belkî berevanî ji rastîyê ye û rêçûn di rêyekê da ye ku bi encam be.
Dawîyê da bo agahîyên bêtir liser ev mijarê hûn dikarin serdana nivîsê ku ji alîyê Jay Smith hatine nivîsîn biken ku ez li maweya şandina ev blogê da amaje ser dikem.

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Is the Qur’an sacred?

Leave a Reply