Vîzyon û Xeyalên Îsa mesîh

Silav, Yek ji hevalê min li welatekî Misilmana da ji min xwastîye ku ez liser xelkê ku vîzyon û xeyalên Îsa mesîh dîtine, biaxifim. Bo destpêkê, dema ku ez zarrok bûm min xeyala Xweda hebû û min ev xeyal çê nekiri bû, xeyal wisa bû ku; Xweda wekî ronîyek birqûk derket pêşîya min û eve mijareke ku gel şiroveya incîlê ji rûmeta Xweda wekhevî heye û min li vê demê da ev nedizanî. Evê bandorek kûr dana ser min ku niha jî bîra min da ye, tevî ku Wî di xeyalê da çi tişt ji min re negot lê Ronîya rûyê wî ku hemberî min bû hêjayî îbadetê bû û jiber we min jê re serê xwe tewan.

Herwisa cotek hevalê min yê Cihû hene ku tecrûbeyê şexsî liser Îsa hene. Yek ji wan ku hevalek nêzîk yê min e û gelek dijî Fileya ne û herwisa giş olan bê nirx dizanin. Ew qet gudarî min nebû û carek ji min re got ku bavê wê baş dikare gel fila bipeyve û axaftina xwe gel min bidawî anî.  Lê rast pêş ku ev bimirî wê li nexweşxaneyê da çend caran îdia kir ku Îsa dîtîye. Niha bo Cihûyekê wek mucizeye ke û pir balkeşe ku itîraf bike ku gel Îsa li nêzî hevdîtine hebû ye û ez bi bawerim ku Wê bawerîya xwe li ser Mesîhî di esasê da guhertîye. Çîroka dî ya Cihûyek Efrîqaya Başûr e ku niha yek ji qeşeyê min e li kilîsaya ku ez beşdar dibim. Wî jî herwisa mesîhî bûna Îsa red dikir lê dema ku serdana wî serdana Orşelîmê dikir wî çend caran Ew bi çavê xwe dît. Niha wî pirtûkek liser tecrûbeyê xwe nivîsîye û navê vê danaye “Hevdîtina Orşelîmê.”

Dawîyê da, hinek çîrok û şahidîyên balkeş û sersam ji alîyê hevalên min yê Misilman hatine gotin ku ne tenê wekê pêxemberekê rêz li Îsa digirin belkî wekî Xweda bawerîya xwe bi Wî dînin.

Cara yekim ku min gel kesekî wisa qise kir li serdana min gel xelkê Rojhilata Navîn li civîna navnetewîya kilîsayan da bû ku paşê şansî min ev li firoşgeha xwarinê da dît. Min ji wî kesê Iranî pirsî ku ew çawa bûye file û wî bersiv da ku wî di vîzyon û xeyalan da Îsa dîtîye.

Kesek dî ku ez wî nas dikim hevaleke Filistînî ye ku min ew li Israîlê da dît û wî digot tevî ku paşxana wî misilman bûne lê wî bawerîya xwe bi Îsa anîye. Paşan ev xistibûne girtîgehê bi sedema bawerî bi Îsa û wî livir Îsa hatibû ber çavê wî û tevahîya leşê wî ronî kiri bû.

Kesên di ku min gel hevdîtin kirîye bi taybet jinek Pakistanî bû ku digot dema ku ev kiçek ciwan bû Isa hate xewnê da û tasek ava vexwarinê da yê û li vê demê min jêr got ku li incîlê da hatîye av ava jîyanê ye û Isa jîyanê xelat dike.

Xanimek dî ku Îranî bû ji min re email şandibû û gotibû ku dema wê nimêja xwe ya sibê teva kiribû û dîsa çûbû nava livînê xwe nişkave bi sedema ronîyek kesik û dengê mêrekê ku jê re digot “Rabe! Ez Mesîhim” û wê îdia dikir ku ew pir tirsîya bû û xwe bin livîna da weşarti bû ji ber ku bê Hijab yan bê cilûberg bû.

Li dawîyê da min hinek ev naverroak ev çîrokane libîr kirîye û xwezî min ev li dema bûyerê da qeyd kiribana, lê ez pirr bi pirr rasthatinê wisa dibihîzim ku heqîqetin û dibine sedema guhertina jîyanê, wekî jin û mêrê ku ji alîyê malbat û civaka xwe têne derxistin gengaze ji hinek ji wan re bi wateya mirinê be. Xelk qet jîyana xwe nayêxe metirsîyê û Ez bawerim ku bo herdu ev komane nîşaneyên pir bihêz û çalak hatine pêş lê ne ji alîyê mezintirîn kesê ola wan, anku Moses û Mihemed, belke ev dengek hişyarker bûye daku liser kesayetî û karê Îsa venêrîn biken û hînbûn û bawerîya xwe ya berê liser Wî rexine biken. Gengaze ku hûn piştrastîya ev raporê gumanbar bin lê ez tenê ji we dixwazim ku ji Xweda yan Îsa bixwazin ku Xwe bi rewşek taybet ji were bide nasîn daku hûn bawer biken û Wî wek Xweda û Xilasker piştrast biken.

Dawîyê da min komek vîdeo liser klûba 700 weşandine ku liser bawermendîya hinek Misilmana ji Îsa re diaxivin.

www.cbn.com/tv/3166680520001

www.cbn.com/cbnnews/insideisrael/2012/june/dreams-visions-moving-muslims-to-christ/

www1.cbn.com/video/fatimas-quest-for-god

morethandreams.org/

Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Visions and Dreams of Jesus, Isa, Esa, Yeshu, Yeshua

Leave a Reply