Paganîtî û Îslam

Min pêştir liser bandora pûtperestî û kufira pêş îslamê li nivîsa jêr da mijarek nivîsî bû.

Heyva Nû û Stêr li Îslamê da

Ka’ba muqedes e? 

Yekî din ji mijarên navdar li navbera Îsalm û Paganîtîyê da vedigerête ser “Ayetê Şeytanî” ku biguman Mihemedî ev di bin Sûreta Necim ayetê 19-20 da bicî kirine û jêderên dîrokî yê serdema Îslamê ev mijare li kesên misoger wek Ibn Sa’d û al-Tabarî vergirtine ku wan li jîyan nameya taybet bi Mihemed da amaje bi ev yekê kirin e. Werhasil tê gotin ku ev beşe bo çareserkirina kêşeya gel xelkê Mekka yê hatîye nivîsîn ku tê da meşrûiyet û bandora sê pûtê bi bandor yan xudabanû ku Allāt, al-’Uzzā û Manāt binav dikirin, bi fermî hate nas kirin. Bi gotine dî amajeya bi ev sê keçên Xweda bo anîna xizman û qewman bo nava îslamê bûye, lê ev paşê têne rakirin û wekî vesveseya şeytan tê zanîn û Mihemed ji alîyê Cibraîl tê siza kirin ji ber ku dixwast wehîyê bixelitîne ku ev mijare li ayetên 52,53 ji Sûreta Hecê hatîye amaje pê kirin, û di encam da li Sûreta Necima ayetên 21,22 ev xwedayê derevîn hatine bênirx kirin.

Bi kurtasî ez difikirrim ku ev bûyere bi tevahî durûtîya ev tevgerê nîşan dide her wek li bûyera qewimî ser Cihûyê Medîna yê ku li destpêkê da dema ku Mihemedî pişta xwe dabû Mekka yê wî bera xwe da bû bakûr Orşelîmê û gel Cihû yan rê diçû, lê paş bihêz bûnê wî bere xwe dîsa zivirand û gotina xwe guherand û bi heceta nepejirandina peyama wî ji alîyê Cihûyan bi dara zorê ev ji Medînayê derxistin.

Di dawîyê ev mijare bi giştî gel beşek sereke ji bawerîya îslamê anku gotina beşdarîya xwe “Şehadet” ê dijberî heye ji ber ku şihadet wek rêz girtin ji yekbûana xweda û bi rawatîya naskirian rola Mihemedî wek pêxemberê rast û herwisa doktrîna“ismet” ê yek ku ser esasa parastina Mihemedî ji şaşbûnê ji alîyê xweda disekinî, lê ev mijare li vir şaş derket bi vê sedemê ku wehîya xweda ji alîyê Cibreîl bi duristî hatibû veguhestinê lê gotinê xweda lî alîyê Mihemed hatibûne guhertin.

Ev encamê gengaze bibe sedema şerm û nedilrevîna Mihemedî ku wekî pêxembereke xwedî rêz û dilovan tê nas kirin, lê dibe ji dil ev mijare bê fehm kirin û eve ne ji bo betal zanîna giş çanda Îslamî bi tevahî ye belkî tenê taqî kirinek sade ye bo gotinên parêzvanên Îslamê.

 
Jêderên Îslamî û Misilman

Kurdî-Kurdish

Paganism and Islam

Leave a Reply